Serokê Komîteya Tirkiyeyê ya Enstîtuya Çapemeniya Navnetewî (IPI) û rojnameger Kadrî Gursel ku ji ‘Foruma Demokrastiyê ya Cîhanê’ ya li bajarê Strasbourg a Fransayê hate vexwendin, bang li saziyên navnetewî kir û got bil ali dijî zextên Tirkiyeyê yên li ser çapemeniyê bê deng nemînin.
Foruma Demokrastiyê ya Cîhanê ku di navbera 5-11’ê cotmehê de hate organîzekirin, di runiştina bi ser navê ‘Ji bo bihêzkirina demokrasiyê berprisyariya çapemeniyê û hêza potansiyel’ Kadrî Gursel axaftinek kir û rewşa çapemeniyê ya li Tikriyeyê vegot.
Gursel bal kişand ser zextên hikûmetê yên li ser rojnamegeran û bang li saziyên navneteweyî kir û got; Bê deng nemînin, zextên li ser çapemeniyê qebûl nekin.
Gursel wiha pê de çû: “Niha 90 rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne. Ger ku eleqeya navnetewî û zext tune bûya dê ev hejmar kêm e, dê zêdetir bûya. Sala borî hejmar 100 derbas kiribû.”
Gursel da zanîn ku ji bilî rojnamegerên girtî, gelek rojnameger ji karên xwe hatin avêtin û bernameyên wan hatin rawestandin û wiha got: “Ya herî balkêş jî eve ku otosansur êdî ji aliyê her kesî ve tê pêkanîn.”
Ev runiştina li Lijneya Giştî ya Konseya Ewropayê pêk hat de ji Yemen, Rûsya, Sûriye, Azarbaycan û Misirê rojnameger tevlî bûn û diyar kirin ku ew jî balê dikişînin ser zextên desthilatdariyê yên li ser rojnamegeran.
Saziyên çapemenî û ramanê yên navnetewî jî tevli runiştê bûn.