Li gorî daneyên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), 87 rojnameger girtî ne û di 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin li girtîgehan pêşwazî dikin. Ji rojnamevanên girtî 16 rojnamevanên Kurd di 16’ê Hezîrana 2022’yan de li Amedê hatibûn girtin û 9 rojnamevanên din ên Kurd jî di 29’ê Cotmeha 2022’yan de li Enqereyê hatibûn girtin.
Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezpotamya (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrullah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren Oznûr Deger di 29’ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê, têkildarî 10’ê Çile peyam şandin.
‘EM Ê LI SER ŞOPA RASTIYAN BIN’
Peyama rojnamevanan wiha ye: “Tirkiye yek ji wan welatan ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne. Nedibû ku endamên Çapemeniya Azad ji vê para xwe negirtin. Çapemeniya Azad di gelek heyaman de gelek caran bi zext û êrişan re rûbirû maye. Lê belê tu demê ji raziyan tawîz nedaye û dest jê bernedaye. Em jî rojnamevan in û em ê li ser şopa rastiyan berdewam bikin. Ji bo me rojnamevanan cudahiya cih û mekan nîn e. Em li ku dibin bila bibin, em ê her rojnamevaniyê bikin. Em ê her rûmeta pîşeya rojnamevaniyê biparêzin.”
‘10’Ê ÇILEYÊ ROJA BERXWEDANÊ YE’
Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan girtî ye, bi wesîleya 10'ê Çileyê peyamek bi rêya malbata xwe şand. Altan bi bîr xist ku rojnamevanên di sala 1962'an de bi têkoşîneke mezin a li dijî serdestan mafên xwe yên şexsî bi dest xistin û destnîşan kir ku mafên ji wê rojê û vir ve hatine bidestxistin dibin hedef. Altan da zanîn ku li gel êrişên li dijî mafên bi dest ketine, zext, destgîrkirin, sansur û binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan tu carî nesekinîne. Altan anî ziman ku ew 10'ê Çileyê weke "roja berxwedanê" pêşwazî dikin û got: "Hikûmet hemû hewldanan dike ku em rojnamevanên ku di rastiyê de israr dikin, nexebitin û rastiyan nenivisînin. Di salên 1990'î de bi qetilkirina xebatkarên Çapemeniya Azad xwestin bigihîjin armanca xwe. Li naverastên kuçe û kolanan hevalên me hatin qetilkirin. Lê belê dema ku dîtin bi ser nakevin vê carê jî zilma darazê xistin dewrê. Ciyên ku em lê dixebitîn girtin. Dest danîn ser alavên me. Lê belê li dijî êrişan me gav paşde neavêt."
Altan anî ziman ku ew bi 86 hevpîşeyên xwe re 10’ê Çile di girtîgehan de pêşwazî dikin û got:“Em girtî bin jî têkoşîna me ya nivîsandina heqîqetê berdewam dike. Tevî her cûre zilm û zextan jî em ê nehêlin ku pênûsa rastiyan were şikandin. Em ê li dijî vê gefa dixwazin me bi girtîgehan bitirsînin, lê nizanin ku em ew rojnamevanên wêrek in û ev têkoşîna me jî hêzê dide me. Ev rewş hin bêtir hêviya me mezintir dike. Em hevgirtinê mezin bikin û rojên ku em ê 10’ê Çile veguherînin ‘roja pîrozbahiyê’ nêzîk in. Ez 10’ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin li hemû hevpîşeyên xwe pîroz dikim.”