Nûçegihanê ‘Karşi Mahalle’ rojnamevan Sezgîn Kartal di 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin de li Stenbolê hatibû destgîrkirin. Piştî ku 4 rojan di nezaretê de ma ji aliyê Hakîmtiya Cezayê Sulhê ya 8’emîn bi îddîaya ‘PKK/YPG’ hate girtin.
Hate diyarkirin li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye û lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di sala 2020’an de hatiye destpêkirin. Hate diyarkirin tekane delîla dosyeyê jî wêneyekî di sala 2004’an de ye ku nayê zanîn ev wêne li ku hatiye kişandin û hê heyeteke pêzanan jî lêkolîn li ser wêne nekirine.
Dema ku Kartal derxistin dadgehe jê hate pirsîn gelo ew di Ajansa Mezopotamyayê de xebitiye yan na. Kartal 13 sal in rojnamevanê dike û ji ber wêneyekî di sala 2004’an de ku hê YPG tunebû bi îddîaya endamtiya PKK û YPG’ê hate girtin.