Gelek rojnamegerên di nav de Nuray Mert, Fatîh Polat, Sedat Ergîn û Vedat Kurşun jî hene berî doza 44 rojnamegerên jê 36 girtî tên darizandin hatin cem hev û rewşa rojnamegerên girtî nîqaş kirin. Rojnamegerên girtî jî ji hempişeyên xwe re name şandin û di dozê de xwestin bi hestiyar bin.
Berî doza rojnamegerên Kurd yên di 20'ê Kanuna 2011'an de di operasyona bi navê "KCK'ê" de hatin binçavkirin û 36 rojnameger jê hatin girtin, rojnamevan hatin cem hev û rewşa rojnamegerên girtî nîqaş kir. Rojnamevan li Restauranta Cezayirê hatin cem hev civîna taştê li dar xistin û parêzerên rojnamevanên girtî jî tevlî civînê bûn.
Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Oguz Ender Bîrîncî, Midûrê Karên Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Azadiya Welat yê berê yê ku 166 sal cezayê girtîgehê girt û pişt re jî serbest hate berdan Vedat Kurşun, Nivîskara Rojnameya Ozgur Gundemê Fîlîz Kocalî, Ragîp Zarakolu, Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Mustafa Sonmez, Nuray Mert, Sedat Ergîn, Pinar Ogunç, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, Nivîskarê Rojnameya Mîlliyetê Mehveş Evîn, Gerînendeya weşanê ya ÎMC'ê Defne Asal, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Bîrgunê Îbrahîm Aydin, Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn, parêzer Sînan Zîncîr, Davut Erkan û Emîne Şeker û gelek rojnamevan tevlî civînê bûn.
Di civîna ji çapemeniyê re girtî berdewam kir de mijarên, rewşa rojnamegerên girtî, azadiya çapemeniya ya li Tirkiyeyê, sûcdariyê di îdîanameyê de, nûçeyên hatin sûcdarkirin û berî dozê dikarin çi bikin hatin nîqaşkirin. Di civînê de nameya rojnamegerên girtî şandî hate belavkirin û metna hate amadekirin hate xwendin. Di metnê de navên rojnamegerên girtî û têkildarî saziya lê dixebitîn agahiyan cih girt.
'EM ÎXANETÊ LI MÎRATEYÊ APÊ MÛSA NAKIN'
Rojnamegerên girtî jî di nameya şandin de ji hempişeyên xwe re spasî kirin û wiha gotin: "Em hemû baldariyên ji me re tên nîşandan bi qîmet dibînin. Me hempişeyên li dora me dîwar bilind kirin, tevkarî dan betona bi ser me de bê, zextên li ser çapemeniyê weke 'teror press' manşet avêtin û ji vê yekê keyfxweşî girtin ji bîrnakin. Li gel vê yekê hempişeyên ji bo me bihîstiyariyê nîşan didin û xwedî li azadî û rûmeta pîşeyê derdikevin ji bîrnakin."
Di nameyê de wiha hate gotin: "Cihê xebatên me yên rojnamegeriyê lê bên darizandin amûrê endezyariya desthilatdariyê dadgeh nînin. Di vê mijarê de dadga sereke gel û wijdana hempişeyên me ya bi nirxên gerdûnî ye. Ji ber vê yekê kesên bi ramanên me re têkoşîn nekarîn bikin bi zora dewletê zincîr kirin pê keyfxweş bin tê fêmkirin. Hemû kesên berê xwe didin îdîanameyê dê fêmbikin ku îdîname li gorî armancên hikûmeta AKP'ê hate amedkirin. Me jî we jî dît ku li Tirkiyeyê çawa hiqûq tê qetilkirin dît. Lê yekemîn car e wisa elenî hiqûq bi destê mirovan hate têkbirin. Em ji pişeya xwe û mîrateyê Apê Mûsa û hevalên wî ji me re hiştî teqez îxanetê nakin. Bedelê vê yekê çi bibe bila bibe."
Rojnamegerên girtî banga bi hîstiyariyê li saziyên çapemeniyê yên navneteweyî û welat kir û xwestin tevlî rûniştina dê 10-14'ê îlonê de pêk bê kirin.