Rojnameger dê li Taksimê ji bo hempîşeyên xwe bimeşin

Rojnameger dê li Taksimê ji bo hempîşeyên xwe bimeşin

Rojnameger berî rûniştina rojnamegerên girtî ya di 10'ê îlonê de destpê dike ji bo hevalên wan serbest bên berdan dê li Taksîmê meşekê li dar bixin.

Berî rûniştina 44 rojnamegerên jê 36 girtî ya li 15'mîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê destpê bike ji bo serbestberdan rojnamegeran dê bername bê li dar xistin. Rojnameyên Tirkiyeyê têkildarî îdîayên di îdîanameyê de cih digirin, rewşa rojnamegerên girtî û azadiya çapemeniyê dê sibê di demjimêr 10.00'an de li Restauranta Cezayîrê bên cem hev. Rojnamevanên din jî dê li Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê bi nûnerên çapemeniya biyanî re bên cem hev û rewşa rojnamegerên girtî nîqaş bikin.

Platforma Piştevaniya Rojnamegerên Girtî diyar kir ku, doz di dîroka Tirkiyeyê de yekemîne û xwest ku hemû kes di vê dozê de bihîstiyar be. Platformê anî ziman ku, dê ji derveyî welat gelek heyet bên dozê bişopînin. Rojnameger 8'ê îlonê di demjimêr 18.00'an li Taksîmê dê meşekê li dar bixin.