ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildar wê werin şopandin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku tifaqa demokrasiyê yekane rêya rizgariya ji faşîzmê ye û got, divê astengiyên li pêşiya vê tifaqê ji holê bêne rakirin.
Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku li dijî êrişan divê muxalefet di xala hevpar a demokrasî û wijdanê de li hev bicive.
Gerîla Denîz Serxwebûn Gerzan, ku di dema êrişa DAÎŞ'ê de cihê xwe di nava berxwedana Kobanê de girt, destnîşan kir ku divê bi ruhê berxwedana Kobanê piştgirî ji şerê gel ê şoreşgerî re bê dayin û got, "Em her kesî vedixwînin vê berxwedana mezin."
Ji gerîlayên Pêngava Cenga Xabûrê Nûda Zagros anî ziman, artêşa Tirk giraniyê dide ser herêmên Metîna û Zagrosê lê belê berxwedana gerîla wê rê nede dagirkeriyê.
Hate ragihandin ku li Fransayê ji Cotmeha 2020'î heta Hezîrana 2021'ê walîtiyan zêdeyî 28 hezar daxwaza mayina li Fransayê red kirine.
Hikumeta çep a Spanyayê di têkoşîna dijî destavêtinê de gaveke nû avêt.