ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Dayika Şemiyê Feryal Çelîk ku sala 1994'an li Êlihê bav û birayê wê ji aliyê Hîzbûllahê ve hatin windakirin, got "Cenazeyên me nedan me, di ser re Qada Galatasarayê li me qedexe kirin. Lê HUDA-PAR birin meclîsê."
- Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek diyar kir ku kadro û girseya HDP'ê ji gundan heta bi navendê encamên hilbijartinê bi berfirehî dinirxînin û got, "Divê zimanekî krîmînal, zimanekî ku kêfa dijmin tîne, neyê bikaranîn."
- Bendava Morgedîk a navbera navçeyên Erdîş, Bêgirî, Ebex û Bazîdê êdî bi avê tijî dibe. Ev yek jî li ser Masiyên Wanê gefeke mezin e.
- Çand û berhemên kevneşopî yên Kurdî tevî pêşketina teknîk û serdema nû hê jî heybetiya xwe diparêzin û bûne yek ji berhemên ku bala mirovan bikişîne ser xwe.