ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser qada Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat destnîşan kir, dewleta Tirk ji bo têkoşîna gerîla biqedîne û Kurdan biqedîne, xwe dike ku mîna Başûr nas dike û got, "Gerîla misogerî û hêza parastinê ya statuya li Başûr e."

Gerîla Şoreş Ronî qala gerîlayê HPG'ê Cûmalî Înce kir, ku sala 2016'an li Şemzînanê şehîd bû. Şoreş Ronî got, "Hevalê Cûmalî bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi hevrêtiya xwe ji bo me hemûyan, kadroyekî pêşeng bû."

Gerîlayê HPG'ê Hîwa Sine got, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser wekhevî û demokrasiyê ava bûye û destnîşan kir ku sedema herî mezin a tevlîbûna wî li nava partiyê, Rêbertî bû.

Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter bi bîr xist ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girankirin û got, "Hikumet neçar e ku li gorî mewzûata qanûnî tevbigere. Ev mewzûat jî li gorî konjonktura siyasî nabe bê guhertin."

Rûspiyên Wanê anîn ziman ku ew bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin ji nêz ve dişopînin û ji PDK'ê xwestin ku berê çeka xwe nedin xwişk û birayên xwe.

Parlamenta Swêdê, siyasetmedarê sosyal demokrat Stefan Lofven ji nû ve kir serokwezîr.