ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku di hilbijartinên Tirkiyeyê de gelê Kurd serî netewand, êşkence, mirin û girtin da ber çavên xwe û îradeya xwe nîşan da, kir ku Erdogan li Kurdistanê winda bike.

- Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir anî ziman ku ew neserketina di hilbijartinê de qebûl dikin, lê belê têk neçûne û divê kes guh nede desthilatdariyê û amûrên şerê taybet.

- Endamê Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ya Başûrê Kurdistanê Şoreş Xidir bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û got, "Xwedîderketina li Rêber Apo wezîfeya her kesî ye."

- Di têkoşîna azadiyê de şitle şîn bûbû. Li gel malbat û hevalên xwe li ber doza xwînê, êşkence, asîmîlasyon, komkujî û her cûre polîtîkayan rabû. Bi têkoşîna xwe bû rûmeta malbata xwe, bû Gulana têkoşîna azadiyê.