ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û êrişên PDK'ê yên li ser herêma Metînayê wê werin şopandin.
Nerazîbûn û çalakiyên li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê wê bêne şopandin.
KON-MED ku 5 federasyon û 300 sazî di bin sîwana wê de hene, bi biryardariya nûbûn û xurtbûnê wê îro li Bergisch Gladbachê kongreya xwe li dar bixe.
Behzad Pîrmûsa anî ziman, ku dewleta Tirk û hevkarên wê dixwazin atmosferek mîna sala 1992'an biafirînin, bi vî rengî li dijî gerîlayên PKK'ê dest bi şerekî berfireh bikin û ji bo PDK'ê got, "Dest ji piştevaniya dagirkeriyê berdin, Behdînan bikeve hûn ê jî biqedin."
Gerîlayên YJA Starê Adar Ararat û Çiya Qamişlo yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku nikare berxwedana gerîla bişikîne, çekên kîmyewî bi kar tîne.
Li qada navneteweyî, buhayê xurekê vê sala dawî bi rêjeya ji sedî 40 zêde bû û gihîşt asta rekorê.
Li gerstêrka me, salane ji 300 milyon ton bermahiyan plastîk herî kêm 10 milyon ton dikeve nava okyanûsan. Ev yek tê wê wateyê ku serê her deqeyê qemyonek plastîk li nava okyanûsê tê rijandin.