ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Bûyerên piştî qetilkirina sê Kurdan a li Parîsê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, hikumeta Fransayê berpirsyar e ku berpirsyarên 2 komkujiyên li Parîsê hatin kirin, eşkere bike û diyar kir, gelê Kurdistanê li benda vê yekê ye.
- Gerîlayên ku çar mehan her roj, her saetê gazên kîmyewî li dijî wan dihate bikaranîn, ji bo carekê jî ji hevrêyên xwe re negotin 'em tengav bûne' yan jî 'em dest ji çepera xwe berdin'.
- Riyad Derar anî ziman ku ji ber zexta Rûsyayê, Sûriyeyê hevdîtin bi Tirkiyeyê re kir û got, "Divê hikumeta Şamê zanibe ku ji bo karibe bi gelê xwe re welatekî nû ava bike, divê polîtîkaya xwe biguherîne."
- Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku bidawîbûna polîtîkaya îmha û qirkirinê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe û got, divê têkoşîn bê xurtkirin.
- Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'ê ya Afyonê, zexta li ser girtiyên Kurd zêde dibe. Girtî jî li dijî vê yekê ji 3'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne.