ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

-Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, wê werin şopandin.

-Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê wê bên şopandin.

-“Berxwedana Mamreşo bû yek ji cihê hemû ezmûn û ceribînên jiyanê û şer pûç kir, dibe ku her tişt ji nû ve bi wate bibe, bibe cihê ku hemû şêwazê şer û berxwedanê yê em dizanin ji nû ve lêpirsîn bikin.”

-Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a TUHAY-DER a Wanê Kenan Kara destnîşan kir ku li dijî çalakvanên di greva birçîbûnê de, cezayê disiplîn û hucreyê zêdetir bûne.

-Di nava 13 salên dawî de li gorî daneyên li Kurdisatan û Tirkiyeyê bi kêmanî 70 qezayên bi wesayîtên zirxî pêk hatine. Di encama van 70 qezayî de 18 jê zarok, 6 jê jin, bi giştî 41 kes mirine.

-Li Cûdî bi kontrola serekê cerdevanan Hazim Babat gelek dar têne birîn. Her roj 450 ton dar têne birîn û daran dibine Tabûra Leşkerî ya Bestayê.

-Xizmên windayan weke her şemiyê vê şemiyê jî wê li aqûbeta windayan bipirsin.