ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser qada Metînayê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

Gerîlayên YJA Starê Amara Cûdî Welat û Govend Zagros ên li Zapê li dijî êrişên dewleta Tirk di çeperên berxwedanê de ne, destnîşan kir ku wê ti carî nehêlin ku artêşa Tirk encamê bi dest bixe.

Endamê Desteya Rêveberiyê ya Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Mûrat Ekmez ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê dişopîne, bi bîr xist ku tecrîd û êşkence gefeke li ser tevahiya mirovahiyê û ji bo têkoşîna hevpar bang kir.

Ehmed Pelda anî ziman, konsepta şerê taybet a li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hatiye avakirin ne tenê zerarê dide Kurdan, mîna dûpişkê jehrê berdide nava civaka xwe jî û qala hêzên vî şerî xwedî dikin, kir.