ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê wê bên şopandin.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E'yê bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.

Cengîz Holdîng ku bi îhaleyên cemaweriyê û transfera sermayeyê ya desthilatdariya Tirk hate mezinkirin, bi rêya taşeronan şirîkatî bi Elî Ewnî yê PDK'î re kir û ji bo dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê mayinde bike, 'rêyên ewlekariyê' çêdike, daran dibire û dibe Tirkiyeyê.

10 salên dawî 37 kes ji ber ku wesayitên zirxî li wan ket, jiyana xwe ji dest dan. Endamê Baroya Amedê parêzer Suleyman Şahîn li ser mijarê axivî û got, "Li dijî berpirsyaran, divê ji ber bi zanebûn kirine" doz bê destpêkirin.

Beriya çend mehan hevalekî gotibû, "Heta ku ev av biherike wê gerîla li Avaşînê be, wê şer bike." Ne av disekine ne jî gerîla.

Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli got, "Ji Payizava ya Wanê heta Îkîzdereyê em bi gundiyên têkoşer re ne. Xwezaya me hevpar e, têkoşîna me hevpar e."

Li bajarê Santa Marîa Zacatepecê yê eyaleta Pûebla ya Meksîkayê çalek vebû. Çal roj bi roj mezin dibe.