ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê wê bên şopandin.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E'yê bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir ku Tirkiye ji aliyê aborî, siyasî, civakî û çandî ve têk çûye, lê tevî vê yekê jî nekariye li dijî PKK û gelê Kurd serketî bibe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû: Ya ku desthilatdariyê li ser piyan dihêwle, armanca 'yek milet' e ku stratejiya neteweyî ya bingehîn a dewleta Tirk e. Heta ku ev armanc neguhere wê tifaq, têkilî û rêxistinbûyîna qirêj dewam bike.

Li bajarê Cali yê Kolombiyayê di xwepêşandanên şermezarkirinê yên dawiya hefteyê de 14 kes hatin kuştin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser vê yekê banga lêpirsînê kir.