ROJEVA 30'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin, wê were şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê wê bêne şopandin.

Hevserokê HDP'ê yê bajarê Amedê Zeyyat Ceylan, êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û greva birçîbûnê nirxand û got, "Ji bo pêşî li şehadetan bê girtin divê raya giştî ya xurt bê afirandin."

Bengîn Barmanî yê HPG'î anî ziman ku dewleta Tirk bi hêrsa têkçûna Garê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û destnîşan kir, ku divê gel piştgiriyê bide berxwedana gerîla.

Gundiyên Ozyûrtê yên ku li ber Kana Mermerê radigin, ragihandin ku wê destûrê nedin karê kana mermerê li gundê wan bê kirin û heta dawiyê li ber xwe bidin.

Têkildarî zarokên penaber ên ku ji aliyê leşkerên Spanî ve ji bajarê Ceuta yê Spanyayê ber bi Fasê ve hatin şandin, dozgeriyê dest bi lêpirsînê kir.

Li Srî Lankayê, piştî şewata li barhilgira konteynirê beriya 9 rojan rû da, welat bi qirêjiya herî mezin a deryayî re rû bi rû ye.