ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

Li ser banga ‘Defend Kurdistan’ a li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk li gelek bajarên Ewropa çalakî wê bên lidarxistin.

Kurdistaniyên tevlî nobeda azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê bûn, bal kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî û destnîşan kir ku ji bo Kurd hebûna xwe biparêzin neçarin bibin yek.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û rejîma Baasê li dijî sîstema demokrasiyê li heman eniyê ne, divê li dijî dagirkeriyê yekîtî pêk were.

Gêrîlayê YRK’ê Rêwar Melîkşah destnîşan kir ku pêwîste gelê Kurd li hemberî polîtîkayên parçekirin û dagirkirina hezên herêmê hîşyar bin, bibin xwedî helwest û bang li ciwanan kir ku li hember polîtîkayên dijminahiyê serî rakin.

Serokê Komelaya Pira Gelan Ustun Reînart, rexen li Navenên Vegerandina Koçberan a mîna girtîgehan tê bikaranîn kir û got: “Koçber ne kesên sûc kirine yan jî ceza lê hatine birînin.”

Wê çalakiyên Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê bên şopandin.