ROJEVA 3'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Weke ku di pratîkê de hate nîşandan, trajediya di şexsê min de rû da ji rewşeke şexsî wêdetir nîşaneya rastiya gelekî, rastiya gelê Kurd e.

- Karayilan diyar kir ku yê DAÎŞ têk bir li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ye û ji dewletên tevlî komployê bûne xwest ku polîtîkaya xwe biguherînin; "Eger di aştiyê de ji dil bin, bila destpêkê vê 'lîsteya terorê' ji holê rakin."

- Hêzên Suryanî, Asûrî û Ermen ên li dijî êrîşên dagirkeriyê di nava parastina Şoreşa Rojava de ne, destnîşan kirin ku amadekariyên wan ên ji bo berxwedanê wê dijmin têk bibin.

- Ji Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê parêzer Michela Arricale got, li dijî binpêkirina mafên mirovan a li Îmraliyê derfetê CPT heye ku bêyî destûra dewleta Tirk raporê biweşîne, lê belê vê alternatîfê bi kar nîne.

- KCDK-E'yê ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kir, ku bi rengekî çalak tevlî karên 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bibin.

- Tê gotin, rejîma AKP-MHP'ê di bin navê paqijkirina ji heriyê, hewl dide peravên Gola Wanê dagire û ji bo rantê bi kar bîne.

- Têkoşîna xwe ya ku li nava berxwedana Şêxmeqsûdê di sala 2011'an de destpê kir, gihand Efrînê. Birîndar bû, dest ji têkoşînê berneda. Agir Çiya ji xwe re Şehîd Karker Êrîş kir mînak û têkoşîna xwe bi xurtî dewam dike.

- Şer û nakokiyên li ser Sûriye û Rojava, tenê bi yekîtî û rêxistiniya demokmratîk a gelên Sûriyeyê dikarin bi rengekî mayinde çareser bibin.

- Hejmara 24'an a Xwebûnê bi manşeta "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya jinê ye" gihîşt ber destê xwendevanên xwe.