ROJEVA 3'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî hilbijartinên serokkomariyê yên li Tirkiyeyê wê werin şopandin.

- Dorpêça li ser Mexmûrê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

-Çalakiyên ji bo kesên hatine windakirin ên li Tirkiye û Kurdistanê wê were şopandin.

-Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif got ku sedema mezinbûna pirsgirêka Sûriyeyê ya ku beriya 2011’an dest pê bûye û piştî meha Adarê ya sala 2011’an veguheriye pevçûnan, hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî ne. Foza Yûsif diyar kir ku rêya çareseriya pirsgirêkê Rêveberiya Xweser e.

- Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Cengîz Çîçek diyar kir ku roj ne roja ketina reşbîniyê ye, roja dîtina çareseriyê ye û got, “Dem hatiye ku em têkoşînê bigihînin zemîna heqîqî ya civakê.”

- Şaredariya Westanê ya AKP'ê îhaleyê dide fîrmayên alîgirên xwe lê ew bi xwe vî karî dike. Bi vê rêyê şaredar Mûrat Sezer jî bi awayekî bêyî hiqûq qezencekê bi dest dixe.