ROJEVA 3'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê wê bên şopandin.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E'yê bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.

Dîroknas û rojnamevan-nivîskar Nick Brauns got, di serî de Elmanya, welatên rojavayî bi têkiliya mafya-çete û cîhadîstan a dewleta Tirk zanî bûn û destnîşan kir ku li dijî dewleta çetebûyî, divê muxalefeta li Tirkiyeyê bikeve nava hewldanan.

Dewleta Tirk ku ji bo dagirkeriyê êrişê dibe ser Başûrê Kurdistanê, bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne. Xelkên Batîfa û Kêşankê li ber êrişên dagirkeriyê rabûn û nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên Başûr dan.

Parêzer Onûr Duşunmez anî ziman ku gotinên Wezîrê Karên Hundir Soylû rast nînin ku gotibû "Di dema min de êşkence nehatiye kirin" û destnîşan kir ku di dema Soylû de êşkence êdî bi rengekî eşkere tê kirin.

Gerîlayên YJA Starê ku li dijî êrişên dewleta Tirk ketine çeperan, derbên giran li hêzên dagirker dixin.

Aktîvîstê Ekolojî ya Mezopotamyayê û Hevberdevkê Platforma Parastina Hewselê Vahap Işikli diyar kir ku têkoşîna li dijî pirsgirêkên ji ber talankirina xwezayê rû dane divê gerdûnî be û got, "Ji Payizava ya Wanê heta Îkîzdereyê, em bi gundiyên têkoşer re ne. Xwezaya me hevpar e, têkoşîna me hevpar e. Lewma divê ji bo 'cîhaneke nû' em bi hev re tevbigerin."

Sînorê Kolombiya û Venezuelayê nêzî 14 meh in ji ber liv û tevgera koçberan û şewba Covid-19 girtî bû. Kolombiyayê ragihand ku sînorê ji 2220 kîlometreyî yê bi Venezuelayê re hatiye vekirin.