ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'Ê
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Wê grêva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindanan didome, were şopandin.
Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Metîna, Zap, Avaşînê yên Qadên Parastinê yên Medyayê werin şopandin.
Çalakiya li Brûkselê ya ji bo şermezarkirina êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûrê Kurdsitanê werin şopandin.
Endamê LRN’ê ya HDP’ê Cengîz Çîçek anî ziman ku dewletê mijara Kurd ji bo nixumandina têkiliyên xwe yên qirêj bi kar anî û diyar kir ku bi têkoşîna siyasî ya hevpar dikare demokrasî pêk were.
Parlementerên Parlementoya Ewropayê, li ser Polîtîkaya Çandiniya Hevpar (PAC) a sala 2023-2027’an li hev nekirin.
Bi dehan şervanên YPJ’ê şehîdên destpêka avakirina Yêkiniyên Parastina Jin (YPJ) Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan bi merasîmekî leşkerî bibîr anîn. Fermandara YPJ’ê Efrîn got, “Şehîd Silava û Bêrîvan bûn sembola artêşbûna jinê.”
Hiqûqnas Serdar Çelebî, bang li hikûmetê kir ku dev ji polîtîkayên tecrîdê ku Tirkiye dixe çiravê berde.
Ji bajarê Goma ya Komara Kongo ya Demokratîk li gel aktîfbûna çiyayê şewatek ê Nyîrangongoyê re, hejmara kesên hatin veguhestin gihişte 400 hezar kesî.
Stranbêjê Kurd Hozan Zinar ku 2011'an li Amsterdamê dema ku li nexweşxanê tedawî dibû çûyî ser dilovaniya xwe bi stranên xwe yên li ser zimanan di bîra mirovan de ma.
Xizmên windayan weke her şemiyê îro jî wê li aqûbeta windana bipirsin.