ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê wê bên şopandin.
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E'yê bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.
Hişyar Ozsoy ê HDP'î têkildarî krîza Qirimê ya bi Rûsyayê re axivî û diyar kir, gavên Tirkiyeyê ku bi rola qereqola NATO'yê ya li Derya Reş radibe, wê ji aliyê Rûsyayê ve bi tundî bê pêşwazîkirin.
Ji fermandarên HPG'ê Laşer Rodî bal kişand ser girîngiya xweparastinê û got, "Xweparastin ne tenê ji bo mirovan, ji bo hemû zindiyan gelekî girîng e."
Di panela online de ya li ser komkujiya Parîsê hate lidarxistin, beşdaran destnîşan kirin ku ji bo ronîkirina komkujiyê û pêkhatina edaletê, divê hinceta 'sira dewletê' ji holê bê rakirin.
Hefteyek piştî ragihandina agirbestê ya navbera Îsraîl û Hamasê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dest bi lêpirsîneke navneteweyî kiriye.
Serokê DYE'yê Joe Biden bang li hêzên xwe yên li Eritre û Amharayê kir, ku ji herêma Tigre ya Etiyopyayê vekişin. Her wiha diyar kir ku ji bo pêşî li birçîbûneke giştî bigire, wê ji bo gihîştina alîkariya mirovî ya ji bo herêmê bibe alîkar.