ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Dayikên Şengalî gotin, dewleta Tirk bi rengekî bêexlaq li dijî gerîla şer dike û nerazîbûn nîşanî dewletên navneteweyî dan ku bikaranîna çekên kîmyewî ji nedîtî ve tên.

Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî anî ziman ku zimanê Tirkî êdî li gundan jî bûye zimanê serdest û destnîşan kir, ev yek metirsiyeke mezin e li ser Kurdî.

Beriya çalakiya girseyî ya sala 2019'an a li Kolnê ku ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê hate lidarxistin, 2 amîrên polîsan ên Elman daxuyaniyên provokatîf dabûn. Doza li dijî herdu amîran îro dest pê dike.

Li gorî zanyaran ên ku li hîmê diyarker ê avabûna gerdûnê digerin, di fîzîkê de rûpelekî nû vekirin.