ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê wê bên şopandin.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E'yê bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran got, li gel zext û astengiyan jî divê ew bibin dengê girtiyan û vê bêdengiyê veguherînin qîrînê.

Endama Desteya Rêveber a MÇD'ê Sevîl Dogan bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî şewata daristanan a li Kurdistanê û got, "Ya ku tê şewitandin tenê daristan nîne; jiyan e, paşeroja me ye."

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Wan, Şirnex û Colemêrgê hin zeviyên çandiniyê pêşkêşî bazarê kir. Di vê çarçoveyê de li Erdîşê 73, li navenda Şirnexê û li Cizîrê 4, li Colemêrgê jî 96 zevî ji bo firotinê pêşkêşî bazarê kir.

Di Konferansa Civaka Azad de ya li Londonê hate lidarxistin, biryar hate dayin ku di çarçoveya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Meclîsa Gel a ji 8 aliyan ve bê avakirin.

Neteweyên Yekbûyî di mijara penaberan de hişyarî da Yekîtiya Ewropayê û Lîbyayê ku pratîka xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin.