ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Pîrozbahiyên salvegera serketina Kobanê wê werin şopandin.
- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok got, komploya navneteweyî êrîşeke welê ye ku li ser hesabê sed salî yê Rojhilata Navîn û cîhanê hatiye amadekirin.
- Wezareta Karên Derve ya Elman li ser çalakiyên li Elmanyayê yên têkildarî hilbijartinên li Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got, "Wê destûr ji wan çalakiyan re neyê dayin ku li ser ewlehiya navxweyî ya welatê me gef e."
- Ji şandeya navneteweyî ya li dijî tecrîda li Îmraliyê Paula Martin destnîşan kir ku sûcê tecrîdê hem li dijî gelê Kurd hem jî li hemberî şoreşgeran tê kirin û got, "Tecrîd wê bi têkoşîn û piştevaniyê bê şikandin."
- Di sala 2015'an de ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şerekî giran dihate kirin, Zîn Doga tevlî nava refên YPJ'ê bû. Li hemberî rastiya dîrokî ya li jinê tê ferzkirin bi hêrs bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
- Pisporê hiqûqa navneteweyî Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku metirsiyên mezin li ser destketiyên li Başûrê Kurdistanê hene, dibe ku bi şev û rojekê ji dest biçin û got, "Divê hêzên Kurdî bibin yek."