ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy got, eger tezkereya şer bê qebûlkirin wê Serokkomar Erdogan vê yekê ji bo têkbirina muxalefetê bi kar bîne û hişyarî da ku muxalefet wê bi vî rengî berê kêrê bide xwe.

Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku şer tê wateya xizaniyeke mezintir, bêkarî û bikaranîna çavkaniyan li dijî gel. Bozgeyîk destnîşan kir ku divê ji tezkereya şer re bêjin 'na'.

Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk anî ziman, bêdengiya CPT, Konseya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li Îmrailyê ji ber têkiliyên siyasî û aborî ye.

Li gorî analîzeke nû ya ku roja Duşemê hate kirin, welatên pêşketî wê nikaribin xwe bigihînin armanca alîkariya avhewayê ya ji 100 milyar dolarî ku dane welatên xizan.