ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Îro salvegera serketian Kobanê ye ku li dijî DAÎŞ û tifaqa wan a dewleta Tirk hate bidestxistin. Bi wesîleya salvegerê wê pîrozbahî bêne lidarxistin.

- Li keleha berxwedêr, li Kobanê hovîtiya DAÎŞ'ê bi dawî bû. Çeteyên herî xetere bi îradeya lehengan tune bûn. Ev xak bi saya zarokên vî gelî rizgar bû. Li her kolaneke Kobanê şopa lehengan heye.

- Nabe ku mirov dînamîka dîrokî û civaka Îranê li gorî xwe binirxîne. Civaka Îranê ji desthilatdariya heyî razî nîne, lê versiyoneke mîna rejîma beriya sala 1980'î jî naxwaze.

- Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got, ji ber polîtîkayên desthilatdariyê yên alîgiriya şer û sermayeyê, krîza aboriyê ya ku sala 2022'an kûr bû wê sala 2023'an girantir bibe.

- Dema ku li wan qadan digerim ên ku artêşa Tirk neçar ma jê bireve, talan û wêrankirina xwezayê li ber çavê min dikeve. Dewleta Tirk wêrankirina xwezayê li sûcên xwe yên qirkirinê zêde kiriye.

- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer û berxwedana li Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê weke "Şerê rûmetê yê sedsala 21’emîn" pênase kirîbû, gotibû: "Em ê jiyana azad di şexsê Kobanê de û jiyana nû bi giyanê berxwedana Arîn Mîrkanan ava bikin."