ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê were şopandin.

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bilî mirin, tarîtî û şer tiştekî nade gelan û got, ev rejîma faşîst divê bê hilweşandin.

- Hevserokê Colemêrgê yê HDP'ê Lokman Ozdemîr anî ziman ku ji bo ewlekariya sindoqan çi ji destê kê bê wê bike û got, "Piştî dengdanê ji bo parastina sindoqan em ê li cihê dengdanê bin."

- Ji namzetên herêma 1'emîn a Enqereyê ya Partiya Çepên Kesk Selma Gurkan ragihand ku hilbijartinên di 14'ê Gulanê de bêne kirin ji bo Tirkiyeyê referandûmeke û ji bo zemîna têkoşînê ya rejîmeke nû işaret bi girîngiya hilbijartinê kir.

- Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk û Nûnertiya HDP'ê ya li Ewropayê beriya destpêkirina dengdana li derveyî welat a 27'ê Nîsanê kampanya 'Deng-Oy' da destpêkirin.