ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Li Kurdistanê ku sed sal e bi çekên kîmyewî tê bombekirin, li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer tê kirin.

'Nobeda Azadiyê' ku 10 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma ji jinên Kongreya Star dewam dike.

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Enqereyê Fatîn Kanat got, heta ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin, destûra bingehîn a nû bê çêkirin jî wê ji pirsgirêkên welêt re nebe çare.

Nifûsa herî ciwan li Colemêrgê ye, lê belê rêjeya nifûsa giştî ya li vî bajarî kêm dibe. Ciwanên Colemêrgî ji ber bêkariyê koçî metropolên Tirkiyeyê dikin.