ROJEVA 24'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê bang kir û got, "Jin, gel divê dengê xwe ji bo têkçûna Erdogan ê faşîst bi kar bînin."
- Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sevda Karaca Demîr anî ziman ku tûra duyemîn a 28'ê Gulanê wê mîna referandûmê be û got, "Jin wê bi hilbijartina Kiliçdaroglû dawî li rêveberiya şexsekî ya Erdogan bînin."
- Ji namzetên Hatayê yên Partiya Çepên Kesk Kerem Nalbant got, "Ji bo nûkirina motîvasyona jiyanê û hêviya paşerojê em dixebitin."