ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan beriya salvegera 24'an a Komploya 15'ê Sibatê axivî û diyar kir ku komplo niha bi sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike.

- Dr. Nick Brauns anî ziman ku ajanên Tirk û komên faşîst li Elmanyayê dikarin bi hêsanî tevbigerin û got, "Ji ber ku qedexe li ser Kurdan tê danîn, bawerî ji wan re tê dayin ku bibêjin 'em bi rengekî rast tevdigerin'."

- Ji Meclîsa Jinê ya PYD'ê Sara Xelîl got, "Bi hezaran jinên bi felsefeya Rêbertî bi ser xwe ve hatin, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Ew jin bûn pêşengên me."

- Lîlav Jînda di 19'ê Îlonê de li Metînayê şehîd ket. Bavê wê ahmet Ozkan got, "Da dû armanca xwe. Me zanî bû ku wê agahiya li ser şehadeta wê rojekê bê. Em pê serbilind in û em ê li ser şopa wê bin."