ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li welatparêzên Kurd ên li derveyî welat kir, ku dengê xwe bi kar bînin.
- Namzetê Hatayê yê Partiya Çepên Kesk Kerem Nalbant got, "Hatay bi erdê re bû yek, lê belê felaketa esasî ev desthilatdarî bi xwe ye. Berpirsyarê vê hilweşînê ew in. Em ê çarenûsa vî bajarî ji kesî re nehêlin."
- Karên Partiya Çepên Kesk ên li Êlihê bênavber dewam dikin. Partiya Çepên Kes ku li Êlihê bi biryar e, amadekariyên xwe ji bo wê yekê dike ku her pênc wekîlên li bajêr bi dest bixe.
- Tundî, destavêtin û komkujiya desthilatdariya AKP'ê ya li hemberî jinan zêde dibe. Jin jî Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo xwe weke rêya rizgariyê dibînin.
- Hevrêyê şehîdê ragihandina YPG’ê Tolhildan Welat, Egîd Roj diyar kir ku şehîd Tolhildan bi çek û kameraya xwe li dijî dagirkeriyê şer kir û got: “Em ê li ser rêya wî bimeşin.”