ROJEVA 23'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Bûyerên têkildarî êrîşa li ser Mexmûrê wê werin şopandin.
- Xelkê Wanê ku xwe ji bo tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê amade dike, dixwaze dengên ji bo Kemal Kiliçdaroglû ji yên tûra destpêkê zêdetir bike.
- Hevberdevkê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Veysî Dîlekçî got, hilbijêrên ku di 14'ê Gulanê de deng nedan, ji bo paşeroja xwe divê teqez dengê xwe bidin.
- Fîdan Ataselîm anî ziman ku ji bo guhertinê hîn hêzeke girîng heye û bang li jinan kir ku di 28'ê Gulanê de ji bo bidawîkirina pergala şexs dengê xwe bidin.
- Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, Yekîtiya Ereb divê rêveberiya Şamê ji bo çareseriyê teşwîq bike.
- Karkerên Kurd ên ku li peravên Kadikoyê bi êşkenceyê hatin destgîrkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hatin berdan, gotin "Li qereqolê li me dan, bi dev li erdê hatin dirêjkirin, sirûda mehter dan guhdarîkirin û gef xwarin ku rapora lêdanê wernegirin."