Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

ROJEVA 23'Ê ADARA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê û bandora wê li ser Rojhilata Navîn wê bêne şopandin.

Kesên beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û anîn ziman ku ew ji bo aştî û wekheviyê li qadan e.

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin li çiyayên Kurdistanê pîroz kirin û gotin, li gel zext û qedexeya dewletê jî gelê Kurd bi berxwedan û têkoşînê xwedî li Newrozê derket.

YJK-E û KON-MED'ê têkildarî Newroza 2026'an a li Frankfurt û Berlînê daxuyanî dan ku bi sed hezaran kes tevlî bûn û spasiya beşdaran kirin.

KCDK-E'yê li ser pîrozbahiyên Newrozê yên 2026'an daxuyaniyek weşand û anî ziman ku bi milyonan mirov bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, yekîtiya gelê Kurd' daketin qadan û tevlîbûn gihîşt asteke dîrokî.