ROJEVA 23'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Em li wan çeperan bûn ku artêşa Tirk meha Kanûnê xwe jê vekişand. Li her qada Zapê şûna şerê giran heye. Bi şênberî tê dîtin ku bombardûmana giran a bi balafirên şer hate kirin xweza wêran kiriye.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 77'an a Komara Kurd a Mahabadê peyamek weşand û got, "Komara Kurd a Mahabadê hîn jî ji bo gelê Kurdistanê wate û nirxekî mezin e."
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber felaketa li taxa Şêx Meqsûd a Helebê û kesên li Mêrdînê di komkujiyê de hatin qetilkirin, peyameke sersaxiyê weşand.
- 52 rêxistinên jinan di bin sîwana Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dikin.
- Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku Elmanya li aliyekê jenosîdê erê dike, li aliyê din çekên Elmanya yên didin Tirkiye Şengal tê bombekirin û got: "Em naxwazin naskirina jenosîda Êzidiyan weke ya Ermenan bibe. Bila zû bikeve meriyetê."