ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Parêzer Bawer Mizrak ku di nav Koordînasyona Hilbijartinê ya Amedê ya Partiya Çepên Kesk de ye, got ku ew ê bi bi sedan parêzer û bi bi hezaran mişahidan sindoqan biparêzin, lê divê gel jî li deng û vîna xwe bibe xwedî.
- Ozturk Turkdogan ku namzedê parlamenteriyê yê rêza 6’emîn ê Herêma 1’emîn ê Partiya Çepên Kesk e, destnîşan kir ku ji bo temînata yasayî ya mafên bingehîn ên her kesê 20 sal in ji aliyê desthilatdariyê ve xedir lê hatiye kirin, divê Partiya Çepên Kesk, bi awayekê pir xurt cih di Meclîsê de bigire.
- Wan di 10 hilbijartinên 21 salên dawî de AKP têk bir, xwe amade dike di 14'ê Gulanê de dîsa AKP’ê têk bibe.
- Namzetê parlementeriya Partiya Çepên Kesk ê Qersê Çelîkkaleli diyar kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de dawî li zilmê bînin û got “Gelê Qersê wê hikûmeta AKP-MHP'ê bişîne.”
- Li Colemêrg coşa Partiya Çepên Kesk didome, AKP wê bibe partiya tabelayê.
- Li navçeya Bagcilara Stenbolê ku 20 sal in keleha AKP’ê ye, dengê AKP’ê kêm dibe. Partiya Çepên Kesk bi lez û bez xebatên xwe dimeşîne û hedefa wê ya li Bagcilarê herî kêm 100 hezar deng e.