ROJEVA 22’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

- Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda anî ziman ku dawî anîna şer û tundiyê bi helwesta zelal a jinê ve girêdayî ye û got, “Ev sedsal wê bi zayendparêzî, netewperestî û şovenîzmê yan jî bi têkoşîna azadiya jinê û demokrasiyê ve têşe bigire”

- Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya got, "Çeka herî xurt li dijî çanda destdirêjiyê, hişmendîbûn e. Em dikarin bi xwedîderketina li hebûna xwe, bi rêxistinkirin û esasgirtina xweparastinê, têkoşînê bikin. Ti hêz nikare mirov-jina ku hişmend bûye têk bibe."

- Parêzer Arturo Salernî destnîşan kir ku perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo pêşkêş dike, di heman demê de tevkariyê hiqûqa navneteweyî jî dike û got, "Divê mafê hêviyê, ku mafekî zagonî ye, bê sepandin û divê Ocalan azad bibe. Azadiya wî, rêya aştî û demokrasiyê vedike."

- Çalakvana TJA’yê Sebahat Tuncel destnîşan kir ku pêwîstiya têkoşîna jinê bi perspektifeke nû heye û wiha got, “Di qonaxa heyî de tenê li ber rabûn û gotina ‘na’ têre nake. Eger em nikarin encamê biguherînin, wê demê divê rêbazên têkoşînê biguherînin.”

- Zeytûnên Efrînê ji sala 2018’an û vir ve bi awayekî sîstematîk tên talankirin û bûne hinardeya mezin a zeytên Tirkiyeyê. Xwediyên wan ên rastîn di konên penaberan de bi birçîbûnê re têdikoşin, lê zeytên tên dizîn li seranserê cîhanê bi navê “malên Tirkan” tên firotin.

- Gerîla Şoreş Serhed got: “Gava PKK tê gotin, edalet, wekhevî, jiyana exlaqî û polîtîk tê bîra mirov. Ez jî bi şans bûm ku ev jiyana efsûnî bû nasîbê min jî.”

- Li navêndên Tirkiyê û Kurdistanê wê çalakiyên xizmê wenda û girtiyan bê şopandin.