ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gelê Kurd de bûye cihê fikaran û gotin, tecrîd li dijî mewzûatên neteweyî û navneteweyî ye.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyekê Komkujiya Mereşê û Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê şermezar kir û destnîşan kir ku wê hesabê hemû komkujiyan bê pirsîn.

- Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê îdîa kir ku nivîsa "Ya bi Tirkî biaxive yan jî neaxive" ya li ser pêlikên dibistaneke navîn a li bajêr hatibû nivîsandin, ne sûc e û biryar da ku mijarê neşopîne.

- Îrîna Fîmîçenko bal kişand ser girîngiya pêşîgirtina li bandora hilweşîner a dîjîtalbûnê û destnîşan kir ku şênkahî rîska dîjîtalbûnê kêm dike.