ROJEVA 22'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, gelê Kurd di vê hilbijartinê de jî nîşan daye ku li gel 'Plana çokşikandinê' ya tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê 8 sal in serî netewandiye.

- Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê bang li gelan bi taybetî jî gelê Kurd kirin ku ji bo zilman li ser Kurdan bi dawî bibe, mirov êdî neyên kuştin; ji bo aştî û edaletê di 28'ê Adarê de dengê xwe bidin.

- Hevberdevkê Maseya Îslamê Zahît Mûtlû diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê bi bikaranîna olê, bi rengekî ku li Îslamê nayê hewl dide gel kontrol bike.

- Rojnamevan Halît Ermîş bal kişand ser kesayeta Şehîd Karwan Horamî û got: “Kesekî kedkar bû. Armancek wî hebû; dixwest civakê bi rastiyan bihesîne. Wek kesekî hewramî jî dixwest dengê civaka xwe bigihîne her derê.