ROJEVA 22’Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Abdulkadîr Kuday ji sala 2018'an û vir ve bi nexweşiya ALS'ê re ye. Ji ber ku tedawiya wî baş nayê kirin, rewşa wî xerabtir dibe.

- Di çarçoveya projeya Konfederalîzma Demokratîk de ku yek ji destkeftiyên herî mezin ên Şoreşa Rojava ye, ji bo herêmên rizgarkirî yên weke Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê rêxistineke xurt a jinan a bi navê Civaka Jin a Zenobiya hate avakirin.

- 77 sal bi ser damezrandina Komara Kurdistanê derbas bû ya ku di 22ê Çileya sala 1946an de li meydana dîrokî ya Çarçira ya Mehabadê hat ragihandin. Komara ku 11 mehan dom kir, bi saya derfetên dîrokî hat avakirin.

- Li paytexta Katalonya Barcelonayê wê konserek ji bo piştgiriya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re bê lidarxistin.