ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî Heyeta Aştiyê wê werin şopandin, ku ji aliyê PDK'ê ve têne astengkirin.

Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim diyar kir ku ew ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne û got, desthilatdariya heyî bi esasî ji aliyê konsepteke polîtîk ve bi dawî bûye.

Gerîlayê Hewramanî Hewraz Hewraman ku bi destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevlî nava berxwedana Cenga Xabûrê bû, wiha axivî: "Ciwanên Hewraman ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigire, divê tevlî refên berxwedanê bibin." BI DÎMEN E

Enternasyonalîsta Îtalyayî Jessica Todaro piştgiriya hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo polîtîkayên Tirkiyeyê weke rewşeke "metirsîdar" bi nav kir û got, parçebûna Kurdan xizmetê ji dagirkeran re dike. BI DÎMEN E

Gerîlaya ji Samsûnê Rûken Kobanê destnîşan kir, ku piştî PKK nas kir dît ku yê 'terorîst' û 'kujerê pitikan' dewlet bi xwe ye û anî ziman ku ew dixwaze ji malbata xwe û gelê Tirk re qala PKK'ê bike. BI DÎMEN E

Artêşa Tirk ku 14'ê Gulanê li dijî gundê Kestê yê Metînayê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, ji ber berxwedana gerîla alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hişt û ji qadê reviya. BI DÎMEN E

Emîn Salih, Azad Mehdî, Abbas Adem û Deman Omer ên ji Şeladizê ku 19'ê Hezîrana 2020'î ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi çalakiyan têne bîranîn.

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek diyar kir ku gelê Kurdistanê di serdemek krîtîk û girîng de ye û got, "Çek û cebilxaneya herî mezin û girîng a Kurdan yekîtiya neteweyî ye û divê teqez hikumeta Başûr li dijî îhlaqa mayînde ya Tirkiyeyê derkeve."