ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk ji bo li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke terorê ava bike gefa êrişê dixwe û got, "Ev şer wê nebe mîna şerê li Efrîn û Serêkaniyê. Eger êrişek li ser hêza me û gelê me bibe, em ê bi mafê xwe yê rewa xaka xwe biparêzin."
Ednan Manî ku piştî DAÎŞ'ê êriş bir ser Şengalê koçî Elmanyayê kir, bi hesreta welat piştî 8 salan li Şengalê vegeriya. Manî got, "Nikarîbûm li wan deran bimam. Gelekî kêfxweşim ku vegeriya me. Ji ber ku ji bo welatê xwe kar dikim. Ez di wê baweriyê de me ku em ê di nava çend salên bê de Mamîsê ji nû ve ava bikin."
Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Mele Yûsûf Andan destnîşan kir ku siyaseta qirêj bi olê pêşkêşî mirovan tê kirin û got, divê neyê qebûlkirin ku ol weke amûreke siyasetê bê bikaranîn.
Doktoran yekemcar gurçikê berezakî neqlî mirovan kir, bêyî ku bibe sedema reaksiyonekê.
Polonya, ji bo koçberên ji rejîma dîktator Alexander Lukashenko direvin bigire, wê dîwarekî bilind lê bike.