ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Rêwiyên rastiyê Alî Kanîroj, Xemgîn Amed û Helgûrt Bagok hem di karên çapemeniyê de hem jî di jiyana gerîlatiyê de bûn mînak û pêşeng ji gel û hevrêyên xwe re.
- Li Colemêrg û navçeyên wê, karên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê dewam dikin. Hevserokê HDP'ê yê navçeya Çelê Fahrettîn Dervîşoglû diyar kir ku ew ji hilbijartinê re amade ne û wê desthilatdariyê li Çelê bikin partiyeke tabelayê.
- Kongra Star ku projeya Konfederalîzma Demokratîk ji xwe re dike esas, têkoşîneke welê dimeşîne ku xwe digihîne jinên li tevahiya cîhanê.
- Enternasyonalîst ê Îtalyayî Riccardo Nicodano yê li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir, 13'ê Çileyê koça dawî kir. Nicodano doh li Pombiayê hate veşartin.