ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû got, "Nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan, qirkirin e. Ev tecrîda giran, polîtîkayeke qirkirinê ye. Nêzîkatiyeke qirkirinê ye."

- Dîren Wan dema ku biryar li ser gerîlabûyînê da, armanca xwe ya herî mezin pêk anî û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. 11 salan weke fermandareke YJA Starê li çiyayên bilind ên Amedê têkoşiya.

- Ocalan Şerê Gel ê Şoreşgerî weke mercê esasî yê hebûna nasname û azadiyê dibîne û dibêje, "Eger Şerê Gel ê Şoreşgerî nebûna mirov nikaribû behsa azadî û nasnameyê bike. Kurdistan erd û welatek bû ku berê hatibû fetihkirin."