ROJEVA 20'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Xebatên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê û geşedanên girêdayî wê, ew ê bên şopandin.
- Şaredariyên Wanê ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin, peravên Behra Wanê kirine cihê rantê. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, peravên behrê yên di navbeyna Îskeleya Wan û Keleha Wanê de, bi lez û bez tije dike û dike cihê rantê.
- Rêbazek ji rêbazên AKP’ê di nava 21 salan de pirê caran serî lê da, kuştina Kurdan bû. Hikûmeta AKP’ê, kuştina Kurdan, di bin navê “Têkoşîna li dijî terorê” de, ji xwe kir razemeniya ji bo hilbijartinan.
- Bernameya HUDA PAR’ê tê wateya beyana eşkere ya siyaset û feraseta AKP’ê. Kesên ku ji ber fikrên hovane yên HUDA-PAR’ê şaş dibin bila li polîtîkayên li ser jinan ên AKP’ê binihêrin.
- Qetilkirina muzîkjenê kuçeyê Cîhan Aymaz ku ji aliyê nîjadperestekî Tirk ve ji ber strana "Ez bimirim Tirkiyeya min" negotibû, weke dozeke edlî tê nirxandin. Ferzkirina "Ez bimirim Tirkiyeya min" di zabitnameyan de cih negirtiye.