ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz diyar kir ku wê çalakiya nobedê heta rakirina tecrîdê dewam bikin, eger ev rêbaz têrê neke wê çalakiyên cuda bikin û got, "Tecrîd divê teqez bi dawî bibe."

- Ji gerîlayên li Zapê şer kirin Xebat Cûdî anî ziman ku li hemberî çekên kîmyewî û her cûre teknîkê berxwedaneke bêhempa tê kirin û got, "Êrîş hemû li dijî îradeya mirovan tê kirin. Lê ya bi ser bikeve wê teqez îradeya mirovan be."

- Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Celal Doner diyar kir, polîsên ku ew destgîr kirin, sîxurtî lê ferz kirin.

- Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê got, "Hewldaên Erdogan hemû ew e ku bi piştgiriya Rûsyayê; Rêveberiya Xweser tasfiye bike û QSD'ê têk bibe."

- Wezareta Karên Hundir a Elman li xwe mikur hat ku di 7'ê Çileyê de 24 welatiyên Elman ên ji bo tevlî xwepêşandana li Parîsê bibin bi rê ketin, li ser sînor hatin astengkirin.

- Têkoşîna jinê ya li Rojava ku bi Yekîtiya Star geş bû, di 26'ê Sibata 2016'an de bi navê Kongra Star gihîşt asteke nû.