ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.
Gundiyên Girê Spî ku dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker, diyar dikin ku êriş ji bo valakirina gundan tênekirin, lê belê ew bimirin jî malên xwe naterikînin.
KON-MED'ê ji bo çalakiyên 3'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir ku wê bi banga Însiyatîfa Defend Kurdistan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêne lidarxistin.
Aktîvîsta Feylî Şehla Hefîd bal kişand ser metirsiya li ser destketiyên gelê Kurd û got, "Ji bo li ber vê metirsiyê rabe, divê Kurdistanî hemû li hev bicivin."
Gerîlayê YRK'ê Cengawer Qendîl qala sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla kir û got, "Helwesta herî radîkal û bi wate ya li dijî dijmin tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Gerîla yekane rêya rizgariyê ye."
Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku par nekarî bê lidarxistin îsal pêk tê.
Hevserokê HDP'ê ya Navçeya Geverê Abdulkerîm Akdogan anî ziman ku hikumeta AKP-MHP'ê Gever kiriye mîna girtîgeheke vekirî û got, "AKP-MHP a ku nikare xwe li serketina HDP'ê ya li hilbijartinê rabigire, êrişî kelehên HDP'ê dike."
Endama Partiya Keskan a Parlamenta Awûstûryayê Ewa Ernst-Dziedzic zextên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê şermezar kir û peyama piştevaniyê weşand.