ROJEVA 2'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Ji fermandarên biryargeha NPG'ê Amed Malazgîrt anî ziman ku berevajî daxuyaniyên rêveberên dewleta Tirk şer li Zapê hîn jî dewam dike û got, "Şer wê sala 2023'an girantir bibe."
- FED-BEL'ê ji bo meşa dirêj a 6 rojan banga tevlîbûnê kir ku wê ji aliyê ciwanên Kurdistanî ve di navbera bajarên Heîlbronn û Freîbûrgê yên Elmanyayê de ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin.
- Hêzên Suryanî, Asûrî û Ermenî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parastina Şoreşa Rojava de cih digirin, gotin "Amadekariyên me yên ji bo berxwedanê wê dijmin bi rengekî mezin têk bibe."