ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî hilbijartinên serokkomariyê yên li Tirkiyeyê wê werin şopandin.

- Dorpêça li ser Mexmûrê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku di dema nû de bi demokrasî û azadiyê re wê têkoşîna mafên xwezayî yên gel geştir bibe û got, "Me çawa ku heta niha dijmin sekinand, em ê ji niha û pê ve jî bi ser bikevin."

- Ji fermandarên HPG'ê Dilêr Amed destnîşan kir ku Pêngava 1'ê Hezîranê hunera şer a gerîla nîşan da ku li çar parçeyên Kurdistanê dikarin li hemberî dagirkeran parastinê bikin.

- Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin, bi manpeta 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve" gihîşt ber destê xwendevanên xwe.

- Navendên rantê yên HES û bendavan ku li navend û navçeyên Wanê hatine çêkirin, dibin sedem ku di serî de Masiyê Wanê bi hezaran zindiyên herêmê bi komî bimirin.

- Vejîn: Divê gelên Îranê bikarin çareseriyeke demokratîk li gorî hemû pirsgirêkên gelên Îranê weke pîvanekê destnîşan bikin. Ruheke yekbûyî li nava hemû gelên Azerî , Ereb, Belûc, Faris û Kurd ava bû.