ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavê sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê wê bên şopandin.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E'yê bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.

Çalakiya TJK-E û KCDK-E'yê ya li Strasbourgê wê were şopandin, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û şermezarkirina bêdengiya Ewropayê bê lidarxistin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li ser salvegera 17'an a pêngava 1'ê Hezîranê axivî û got, "Berxwedan, têkoşîn û serhildanên gel û tevgera me, hêza xwe ji pêngava 1'ê Hezîranê digirin."

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi "Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê" bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, li Avaşînê derbên giran li dijmin dixin. Notên gerîla, asta berxwedanê radixe pêş çavan.

HDBH Ewropayê bang kir û got, "Ji bo pêşî li êrişan bê girtin, em bang li gelên xwe dikin ku 2'ê Hezîranê li Strasbourgê tevlî xwepêşandana li ber Konsolosxaneya DYE'yê bibin."

Elmanya wê li gel Neteweyên Yekbûyî, malovaniyê ji civîna Lîbyayê ya 23'ê Hezîranê re bike.